Siyasetmedara Kurd a naskirî Leyla Zanayê got, "Em bi têkoşîna Mela Mistefa Barzanî bi hesta Kurdbûnê hesiyan, em bi rêya Serok Apo şiyar bûn."
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana gotarek li Newroza Diyarbekirê pêşkêş kir û tê de bang li destpêkirina pêvejoya aştiyê li hikûmeta Tirkiyeyê kir.
Ewên nasnameyan gihandina vê rojê, kesayetiyên dîrokî û hevdem in. Em mindarên Şêx Seîd, Seyid Riza, Qazî Mihemed, Seîdê Kurdî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî ne. Ez hemûyan bi rêzdarî silav dikim.”
Siyasetmedara Kurd û parlamentera berê ya HDPyê Leyla Zana piştî bêdengiya 8 salan îsal beşdarî Newroza Amedê bû.
Leyla Zanayê li Naewrozê axivî, wê di peyama xwe de behsa pêvajoya çareseriyê kir û li ser aştiyê sekinî.