Li 11 deverên Şirnexê qedexe hat ragihandin

Li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê 11 dever û navçe di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de bo dema 15 rojan bo çûn û hatina welatiyan hatin qedexekirin. Piraniya wan deveran jî ew dever in ku ajeldarên Şirnexê ajelên xwe lê diçêrînin.

28.12.2022, Çar - 08:22

Li 11 deverên Şirnexê qedexe hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya ku roja Sêşemê 27ê Kanûna 2022an ji aliyê parêzgariya Şirnexê ve hatiye belavkirin, li 11 dever û çiyayên li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopî, Basa, Qileban û Bêtuşebabê qedexe tê ragihandin.

Li gor biryarê, qedexeya li wan deveran ji 1ê Çileya 2023an heta 15ê Çileya heman salê, di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de bo dema 15 rojan hatine qedexekirin û hatiye gotin ku nabe di wê demê de welatî ne bi roj û ne jî bi şev serdana wan deveran bikin.

Çiya û navçeyên ku li gor biryara parêzggariyê hatine qedexekirin ev in: “Çiyayê Cudî, Devera Besta, Çiyayê Gur, Kureşîn, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Newala Sar, Çiyayê Încebel, Devera Oymakkaya û Devera Tenînê.”

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku ew qedexe ji bo “pêkanîna ewlehiyê, rêgirtina li bûyerên tundûtîjiyê û her pêşhatek nerênî” hatiye ragihandin.

Ev qedexe di demekê de ye ku beşeke zêde ya xelkê parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê debara xwe bi ajeldariyê dikin û navçeyên ku hatine qedexekirin jî bi piranî ew navçe ne ku ajeldar 4 demsalan ajelên xwe lê diçêrînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 545 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:53:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x