Li 11 gundên Amedê qedexeya derketina derve rabû

Qedexeya derketina derve ku di 28ê Berfenbarê de li 11 gundên navçeya Licê, Hezro û Kocakoya Amedê hatibû ragihandin bi dawî bû.

30.12.2016, Cum - 07:21

Li 11 gundên Amedê qedexeya derketina derve rabû
Nuçe Belav bike

Di 28ê Berfenbarê de li 11 gundên navçeya Licê, Hezro û Kocakoyê ji ber operasyonên leşkerî qedexeya derketina derve hatibû ragihadin.

Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe ya medya civakî de ragihand ku di 28ê Berfenbarê de ji bo ewlehiya can û malê hemwelatiyan li herêma Kayacik, Ortaç, Yalaza, Baglan, Çavundur, Dolunay û Kabakaya ya navçeya Licê, Çitlibahçe, Sarierik û Ormankaya navçeya Hezro û li taxa Boyunluya Kocakoyê ji ber operasyonên leşkerî qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1347 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:28:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x