Li 3 parêzgehan 14 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Li parêzgehên Dêrsim, Xarpetê û Stenbolê di operasyonekê de 14 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin.

16.02.2024, Cum - 06:02

Li 3 parêzgehan 14 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li gorê daxuyaniya Parêzgariya Dêrsimê îro hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê navenda wê li Dêrsimê li parêzgehên Dêrsim, Xarpêt û Stenbolê bi hinceta “endamtî, alîkarî û propagandeya PKKyê” operasyonek pêk anî.

Hêzên ewlehiya Tirkiyeyê di çarçoveya operasyonê de li her sê bajaran bi awayî hemwext bi ser çend navnîşanan de girtin.

Li Dêrsimê 10 kes, li Xarpetê kesek û li Stenbolê jî 3 kes bi giştî 14 kes hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku hêzên ewlehiyê her 14 kesên desteserkirî birine rêveberiyên ewlehiyê û karûbarên wan ên îfadeyê berdewam dike.

Hêzên ewlehiya Tirkiyeyê van demên dawî operasyonên xwe yên bi hinceta PKKyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê zêde kirine.

Rojane di wan operasyonan de hinek welatî tên desteserkirin ku piraniya wan siyasetmedar, berpirs û endamên DEM Partiyê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 270 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:31:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x