Li 9 bajarên Bakurê Kurdistanê dê baran bibare

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li gorî texmînan dê îro li 9 bajarên Bakurê Kurdistanê baran bibare.

28.08.2023, Pts - 10:59

Li 9 bajarên Bakurê Kurdistanê dê baran bibare
Nuçe Belav bike

Li gorî Saziya Keşnasiyê, dê îro demjimêrên nîvro li parêzgehên Meletî, Erzîngan, Dêrsim, Xarpêt, Çewlîg, Dîlok, Mereş, Sêwaz û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê baran bibare.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro û sibe pileya germê dadikeve.

Li Bakurê Kurdistanê sibe pileya germê di navbera 3-7 pileyan de dadikeve.

Herwiha Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê da zanîn ku dê sibe jî li Amed, Erzirom, Semsûr û Êlihê baran bibare.

Li aliyê din, dê îro pileyên germahiyê li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi vî awayî bin:

- Amed: 37

- Sêrt: 37

- Êlih: 39

- Riha: 35

- Dîlok: 31

- Erzirom: 30

- Qers: 30

- Wan: 29

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 731 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:30:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x