Li Agiriyê hemû cure çalakî hefteyekê hatin qedexekirin

Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, hemû cure xwepêşandan, meş, civîn û mîtîng hefteyekê hatin qedexekirin.

05.11.2024, Sal - 16:32

Li Agiriyê hemû cure çalakî hefteyekê hatin qedexekirin
Nuçe Belav bike

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Piştî tayînkirina qeyûman li bajarên Bakurê Kurdistanê yek bi yek qedexeyên çalakiyan tên ragihandin.

Parêzgariya Agiriyê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişande ser danîna qeyûmên her sê şaredariyan û ragihand, li tevahiya parêzgehê hemû cure xwepêşandan, meş, civîn û mîtîng heta 11ê Çiriya Paşîn a 2024an hatine qedexekirin.

Parêzgariyê îdia kir ku biryar ji ber “dabînkirina aramî û ewlehiya raya giştî, rêlibergirtina tawanan û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye dayîn.

Li gorî biryarê daxuyaniyên medyayê, xwenîşandan, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vedana konan, kampanyayên îmzeyan, vekirina standan, merasîmên biaxspartinê, bîranîn, şahî, konser û hemû çalakiyên bi vî awayî ji 5ê Çiriya Paşîn heta 11ê Çiriya Paşîn hatine qedexekirin.

Li gorî biryara parêzgariyê , tenê çalakiyên ku parêzgarî û qeymeqamî destûrê bidin dikarin bên kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 162 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:30:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x