Li Amedê di operasyonen cuda de, 6 kes bi tometa ku propagandaya PKKê dikirin, hatin binçavkirin.
Parezgeriya Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ji aliyê MÎTê, Rêveberiya Sîxuriyê û Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Sîberê ve, li Pîrana navçeya Diyarbekirê 6 operasyonûn cuda hatine kirin.
Hat diyarkirin, di encama operasyonan de 6 gumanbar bi tohmeta ku li ser malperên xwe yên medya civakî propagandaya PKK/KCKê kirine, hatine desteserkirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo desteserkirina 2 kesan jî operasyon berdewam dikin.
Gumanbarên hatine binçavkirin piştî wergirtina bergîriya wan li Rêveberiya Polîsan, bo Serdozgeriya Diyarbekirê hatin veguhastin.