Li Amed û Mersînê 3 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê û Mersînê ya Tirkiyeyê bi hinceta PKK/KCKyê 3 kes hatin girtin.

30.01.2024, Sal - 14:09

Li Amed û Mersînê 3 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Amedê, “bi armanca eşkerekirin û astengkirina çalakiyên PKKyê kar û xebat hatine kirin.”

Di vê çarçoveyê de li Amed û Mersînê 26ê mehê hêzên ewlehiyê bi ser 6 malan de girtiye û 4 kes desteser kirine.

Ji wan kesan bi biryara dadgehê kesek hat berdan, 3 kes jî hatin girtin ku tê îdiakirin “peywendiya wan ligel berpirsê PKKyê yê Ewropayê heye, amadekariyên çalakiyan kirine û kes tevlî PKKyê kirine.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û “bi hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin û digirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 605 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:15:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x