Li Amedê pevçûna pismaman: Kuştî û birîndar hene

Li navçeya Çinarê ya Amedê di pevçûneke navbera pismaman de kesek hat kuştin yek jî birîndar bû.

09.03.2024, Cts - 07:09

Li Amedê pevçûna pismaman: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Bûyer, doh demjimêrên êvarê li ser rêya gundê Hêlîn (Hegîn) ê navçeya Çinarê qewimî.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin di navbera pismaman de nîqaş derketiye û piştre veguheriye pevçûna bi çekan.

Di pevçûnê de kesên bi navê Kemalettin Aktepe (17) û A.A. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tendirûstiyê piştî midaxelaya destpêkê birîndar rakirin nexweşxaneyên navçeyê û bajêr.

Kemalettin Aktepe ligel hemû hewldanên bijîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Herwiha tê gotin ku rewşa tenduristî ya A.A. jî di metirsiyê de ye.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Kemalettin Aktepe ji bo otopsiyê rakiriye Saziya Tiba Edlî.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam e.

Lê heta niha nayê zanîn ka ji ber çi pismam pev çûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 201 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:57:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x