Serokê ENKSê: Nêrîna siyasî ya hevbeş a hemû partiyan di konfiransekê de tê ragihandin

Serokê ENKS dibêje, ji bo ragihandina nêrîna siyasî ya hevbeş a tevahiya partiyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, dê di konferansekê de, bi beşdariya zêdeyî 50 partiyan û piştevaniya Serok Barzanî were li darxistin.

08.04.2025, Sal - 11:09

Serokê ENKSê: Nêrîna siyasî ya hevbeş a hemû partiyan di konfiransekê de tê ragihandin
Nuçe Belav bike

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Ismaîl ji “Welat TV” re ragihand, partiyên siyasî yên Kurdî li ser lidarxistina konferanseke berfireh ji bo ragihandina nêrîneke siyasî ya yekgirtî ji bo hemû aliyên siyasî ya hevbeş li hev kirine û dê şandek bi wê nêrîna siyasî biçe danûstandinan li Şamê bike.

Diyar kir jî, heta niha wan gelek pêngavên baş ji bo lidarxistina wê konferansê avêtine û dê di demeke nêzîk de bi piştevaniya Serok Barzanî, Mezlûm Ebdî û aliyên Amerîkî û Fransî bê lidarxistin.

Mihemed Îsmaîl da zanîn jî, partiyên di nava ENKSê, partiyên di nava PYNK û partiyên ku li derveyî wan her du çarçoveyan e, zêdetir ji 50 partiyan dê beşdarî konferansê bibin.

Serokê ENKSê diyar kir, nêrîna tevgera siyasî ya Kurdî li ser bingeha bidestxistina daxwazên gelê Kurd û hebûna wî li Sûriyeyê ye û got: “Em hêvîdar in ku sîstema federalîzmê li Sûriyeya nû li gorî taybetiyên welat pêk were. Em daxwaza sîstemeke yekgirtî dikin ku rêzê li taybetmendiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bigire.”

Herwiha tekez kir, “Sîstema federalî, yekîtiya Sûriyeyê diparêze. Herwiha daxwazên gelê kurd jî, xizmeta berjewendiyên hemû pêkhateyên Sûriyê dike.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 155 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:33:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x