Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku wî bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayed El Nehyan re rêyên xurtkirina hevkariya û herwiha pêşhatên herêmî gotûbêj kirin.
Neçîrvan Barzanî ku duh ji bo hevdîtinên fermî çûbû Ebû Dabiyê, bi Şêx Mihemed bin Zayed El Nehyan re civiya.
Barzanî piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
"Gelek kêfxweş bûm ku min bi dostê xwe, Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayed El Nehyan re hevdîtin kir.
Me rêyên xurtkirina hevkariya di navbera Îmarat, Îraq û Herêma Kurdistanê de û herwiha pêşhatên herêmî gotûbêj kirin."
Ji Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyanî
Li aliyê din, li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê û Îmaratê de û berfirehkirina hevkariya hevbeş a di navbera her du aliyan de hat nirxandin.
Bi taybetî, tekezî li ser zêdekirina hevkariyê di warên ku her du alî pêdivî pê hene, hat kirin.
Di vê çarçoveyê de, derfetên veberhênan û sermayeyê yên Îmaratê û sektora taybet a wî welatî li Herêma Kurdistanê û Îraqê hatin nirxandin.
Di derbarê sektor û warên ku Îmarat dikare li Îraqê û Herêma Kurdistanê veberhênanê bike de danûstandin hatin kirin.
Di beşeke din a hevdîtinê de, her du serokan rewş û pêşhatên dawî yên li herêmê û rîsk û bandorên wan li ser rewşa li Rojhilata Navîn û welatên herêmê bi berfirehî nirxandin.
“Divê hemû alî ji bo aştiyê bixebitin”
Her wiha her du serokan tekezî li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê û nîşandana aqilmendiyê di rûbirûbûna rewşa heyî de kirin.
Hat diyarkirin ku divê hemû alî ji bo aştî û aramiyê bixebitin da ku pêşî li zêdetir alozî û kaosa li herêmê were girtin.
Rewşa Sûriyeyê û hin mijarên din ên ku girîngiya wan hevpar e, mijarên din a rojevê bû.