Li Amedê di navbera du malbatan de pevçûn derket: 5 kes birîndar bûn

Li navçeya Rezanê ya Amedê di navbera du malbatan de pevçûn derket û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

24.03.2024, Paz - 18:51

Li Amedê di navbera du malbatan de pevçûn derket: 5 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li navçeya Rezanê di navbera du malbatên ku berê pirsgirêkên wan hebû de pêvçûn derket.

Endamên her du malbaran bi kevir û daran li hev dan.

Di encamê de 5 kesên bi navê A.Î., R.Î., A.K., S.K. û kesek ku navê wî nehatiye zanîn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Selahaddînê Eyyûbî û Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Cendirmeyan li taxê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.

Herwiha ketin û derketina taxê hat qedexekirin.

Vî nûçeyê tevayî: 211 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:42:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x