Li Amedê di xwarina aştiyê de pevçûn: 12 kes birîndar bûn

Li navçeya Bismilê ya Amedê du malbatên ku ji ber revandina keçikekê bûbûn dijmin, ji bo ku li hev werin li ser sifreya nanê aştiyê civiyan.

20.08.2023, Paz - 17:23

Li Amedê di xwarina aştiyê de pevçûn: 12 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Wan di civîna aştiyê de bi çekan şer kir û 12 kes birîndar bûn.

Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su ragihand ku li navçeya Bismilê, ji ber revandina keçikekê di navbera du malbatan de neyartî hebû.

Alî Îhsan Su diyar kir ku ji bo lihevhatina malbatan xwarina aştiyê hat dayîn û her du alî li ser sifreyekê civiyan.

\"12 welatiyên me bi çekan birîndar bûne\"

Su da zanîn ku malbatan li ser sifreyê li hev nekir û wan bi çekan şer kir û got:

\"Mixabin 12 welatiyên me bi çekan birîndar bûne. Hêzên me yên asayîşê tedbîr wergirtine.

Derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam dike.\"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:40:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x