Li Amedê hişyariyên trafîkê bi Kurdî hatin nivîsîn

Li ser cade, kolan, rê û xaçerêyên parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, hişyariyên trafîkê bi Kurdî jî hatin nivîsîn.

22.05.2024, Çar - 10:17

Li Amedê hişyariyên trafîkê bi Kurdî hatin nivîsîn
Nuçe Belav bike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser hesabê xwe yê medayaya civakî ragihand ku Daîreya Veguhastinê ya şaredariyê, ji bo ku peya û otomobîl bi silametî çûn û hatinê li nav bajêr bikin, xebatên xêzkirina hişyariyên trafîkê li ser li cade, kolan, rê û xaçerêyan daye destpêkirin.

Di çarçoveya xebatan de li çend cihên sereke yên bajêr, hişyariyên trafîkê yên  “pêşî peya û  hêdî” bi Kurdî hatin nivîsîn.

Heman hişyarî bi zimanê Tirkî jî hatin nivîsîn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wêneyên beşek ji wan xebatan jî belav kirine û got:

“Em Ji bo Veguhestina Bi Ewle dixebitin.

Li navçeyên Bajarê Nû û Rezanê me xeta derbasbûna peyayan, îkonên `pêşî peya` û sembolên `hêdî` bi boyaxa termoplastîk nû kirin.

Niha diyartir û qayîmtir in!”

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî ku derdora 2 serdaman ji aliyê qeyûman ve hat birêvebirin, DEM Partiyê di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an de careke din bi rêjeya ji sedî 64.04ê dengan bi dest xistibû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 245 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:46:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x