Li bakûrê Kurdistanê gava ewil a yekkirina xeta Mele Mistefa Barzanî hate avêtin

Partiya Beşdariya Demokrasiyê îro li Enqerê kongreyeke rojnamevanî li darxist û ragihand ku dê xebatên xwe ji niha pê ve di bin bana PDK-T de bimeşînin. Daxuyaniya fesihkirina KADEPê û yekbûna bi PDK-Tê re Yüksel Avşar xwend.

28.01.2017, Cts - 15:34

Li bakûrê Kurdistanê gava ewil a yekkirina xeta Mele Mistefa Barzanî hate avêtin
Nuçe Belav bike

Naveroka daxuyaniya KADEP’ê weke li jêr e:

Mêvanên hêja,

Karmendên hêja yên ragihandinê,

Wek tê zanîn me di sala 2006an de bi serokatiya xwedê jê razî Serafedîn Elçi partiya xwe KADEP damezrand. Hê dema damezrandina partiyê de me dixwest em bi navê Partiya Demokrata Kurdistan dest bi xebata xwe bikin. Lê jibona ku wê demî yasayan rê nedida em bi navê KDP xebata xwe ya siyasi bikin, me ji neçariyê navê partiya xwe danî KADEP.

Armanca partiya me ew bû, ku em bikaribin di çareserkirina pirsa Kurdî de rolekî bibînin. Ji roja damezrandina partiya me pê ve, me sistema federaliyê ji xwe re kiribû armanc. Xebata me li ser prensîpên çareseriyeke rast û durist berdewam e. Heman demê de em dizanin ku xebateke serketî bi hêzbun û ji yekitiya me Kurdan derbaz dibe.

Jibona wî, me biryar da ku em ligel birayên xwe PDK-T bibin yek. Weke ku raya giştî jî agahdar e me dawiya sala 2015an dest bi xebata yekîtyê kir û me nisana sala 2016an yekîtiya xwe ligel PDK-T ragihand. Her wê demî me serlêdana girtina partiya xwe KADEP kir. Li ser esasên hinek probleman girtina partiya me heta nuha berdewam kir. Lê em nuha dikarin ji raya gişti re rabighînin ku girtina partiya me bi fermi hat teyid kirin.

Karmendên hêjayên ragihandinê,

Her çendî me yekitiya xwe ligel birayên PDK-T pêkhaniye, lê hê prosesa yekitiya potansiyela PDK bidawî nehatiye. Wek hun jî agahdari n, jibona ku em bikaribin di meydana siyasetê de rolekî berbiçav bileyîzin û bikaribin di rojeva siyasî de bi bandor bin, em nuha ligel hinek aliyên din istişare dikin jibona damezrandina KDP’yeke nû û bihêz. Em dikarin bêjin ev xebata me jî gihiştiye qonaxekî baş û em hêvîdarin, ku emê bikaribin encama ev xebata pîroz di demek nêzîk de ji raya giştî re rabighênin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1336 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:23:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x