Li Bakurê Kurdistanê hemû beşên lîsansa Kurdî bi temamî hatin hilbijartin

Li gor encamên Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind (YKS) a Tirkiyê, beşên Zazakî û Kurmancî yên zanîngehên Mêrdîn, Mûş, Çewlig û Dêrsîmê hemû tejî bûn.

16.08.2022, Sal - 13:59

Li Bakurê Kurdistanê hemû beşên lîsansa Kurdî bi temamî hatin hilbijartin
Nuçe Belav bike

Li gor encamên ezmûna YKSê îsal, 25 xwendekaran Beşa Ziman û Edebiyata Kurmancî ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê hilbijartin, 30 xwendekaran Beşa Ziman û Edebiyata Kurmancî ya Zanîngeha Alparslan a Mûşê, 30 xwendekaran Beşa Ziman û Edebiyata Kurmancî ya Zanîngeha Çewligê hilbijartin, 30 xwendekaran Beşa Ziman û Edebiyata Zazakî ya Zanîngeha Çewligê, 25 xwendekaran Beşa Ziman û Edebiyata Zazakî ya Zanîngeha Munzurê ya Dêrsîmê hilbijartin û kontenjanên ku ji aliyê Serokatiya Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) ve hatibûn veqetandin bi temamî dagirtin.

Serokê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Çewligê Mihemed Zahir Ertekîn ji Rûdawê re ragihand ku beşên Kurmancî û Zazakî yên zanîngeha wan her du jî bi temamî hatine hilbijartin û dê di her du beşan de bi 30 xwendekaran dest bi perwerdeyê bikin. Ertekîn got, di hilbijartina zêde ya xwendekaran a beşa Kurdî de bandora rakirina bendava ezmûnê jî hebû.

Akademîsyenê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê Kenanê Nado jî got: “Di du salên dawî de kontenjanên Mêrdînê tejî bûbûn, lê yên Mûş û Çewligê bi temamî tejî nebûbûn. Îsal diyar e ku bandora kampanya û xebatên derbarê Kurdî de çêbûye.”

Li 4 zanîngehan lîsans, li 3 zanîngehan doktora û li zanîngehekê jî master heye

Beşa Kurdî yekem car li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê, sala 2009an di bin navê “Enstîtuya Zimanên Zindî yên Tirkiyê” de hat vekirin û yekem car li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê, sala 2011an xwendekarên lîsansê yên beşa Kurdî dest bi perwerdeyê kirin. Yekem car jî sala 2015an xwendekar li heman zanîngehê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya 4 salan temam kirin û diploma wergirtin.

Li Mûş, Çewlig û Dêrsîmê jî sala 2012an masterên Kurmancî û Zazakî hatin vekirin. Li Zanîngeha Dicleyê ya Amedê jî sala 2012an Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî vebû. Li Amedê perwerdeya lîsansê nîne, lê master û doktoraya Kurdî heye. Li Zanîgeha Yuzuncuyilê ya Wanê jî sala 2013an mastera Kurdî vebû.

Niha li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê, ligel perwerdeya lîsansê, master û doktoraya Kurmancî jî hene, li Zanîngeha Çewligê jî bi heman awayî perwerdeya lîsans, master û doktorayê yên Kurmancî û Zazakî bi hev re hene. Tenê li Çewligê master û doktoraya Zazakî hene.

Li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê perwerdeya lîsansa Kurmancî heye, li Zanîngeha Munzurê ya Dêrsîmê perwerdeya lîsansa Zazakî heye, li Zanîngeha Dicleyê ya Amedê master û doktoraya Kurmancî hene û li Zanîgeha Yuzuncuyilê ya Wanê jî perwerdeya mastera Kurmancî heye.

Di beşên Kurmancî û Zazakî ya hemû zanîngehan de perwerdeya lîsansê 4 sal in, ya masterê sal û nîvek e û ya doktorayê jî 4 sal in.

Di beşên Kurmancî û Zazakî de, bi giştî dersên derbarê ziman, çand û edebiyata Kurdî, rêzimana Kurdî, edebiyata modern a Kurdî, edebiyata klasîk a Kurdî, folklora Kurdî, dîroka edebiyata Kurdî, dîroka medyaya Kurdî û dîroka dengbêjiyê tên dayîn.

Xwendekarên ku beşên Kurdî hilbijartine dê di navbera 22-26ê Tebaxê de bikarin bi rêya serlêdana zanîngehan an bi rêya elektronîk xwe tomar bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:38:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x