Li Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê dadikeve û barana gur dest pê dike

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê li piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û pileya germahiyê dakeve û baraneke gur bibare.

02.10.2023, Pts - 06:29

Li Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê dadikeve û barana gur dest pê dike
Nuçe Belav bike

Li gor Saziya Keşnasiyê, di serî de Erzirom, Qers, Meletî, Sêwaz, Erzingan, Xarpêt, Wan, Amed, Dîlok, Sêrt, Dêrsîm, Riha û Şirnex, li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê barana gur dibare.

Li Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê jî li gor demsalê di navbera 3-5 pileyan de dadikeve.

Li Wanê pileya germahiyê heta 17 û li Qersê heta 19an dadikeve.

Herwiha ji bo Herêma Deryaya Reş a Tirkiyeyê jî hişyariya lehî û aloziya trafîkê hat dayîn.

Ji welatiyan hat xwestin ku tedbîrên pêwîst wergirin.

Ji bo bajarên Artvîn, Gîresun, Kocaelî, Ordu, Rîze, Sakarya, Samsûn, Trabzon, Zonguldak, Bartin û Duzceyê di asta “zer” û “pirteqalî” de hişyarî hat dayîn.

Li gorî Saziya Keşnasiyê ji bilî bajarên li ser sînorê Yunanistan û Deryaya Egeyê li hemû bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran dibare.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 284 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:36:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x