Li Bedlîsê şer: 2 leşker hatin kuştin 2 jî birîndar
Hate ragihandin ku li bajarê Bedlîsê di navbera leşkerên tirk û şervanên PKKê de şer derketiye û di encamê de jî 2 leşker hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne.
Hate diyarkirin k udi çerçoveya operasyonê de di navbera şervanên PKKê û leşkerên tirk de şer derketiye û di encamê de jî çawîşên pispor Samet Kaya û Veysel Şirin hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne.
Leşkerên birîndar bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê û rewşa birîndaran jî baş e.
Hate eşkere kirin ku operasyona li herêmê ku leşkerên tirk dan destpêkirin dewam dike.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 4057 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:55:43