Li gor agahiyan, Yekîtiya Komeleyên navçeya Gêxî (KIDEB) xwestine di 12-13ê Tebaxê de festîvalekê li parêzgeha Çewlîgê li dar bixin û bo wergirtina destûrê serî li qaymeqamiyê dane. Lê qaymeqamiya Gêxiyê bi hînceta belge kêm in û cihê festival lê bê kirin tune ye destûra sazkirina festival nedaye.
Tê gotin di 15ê Hezîranê de dema Yekîtiya Komeleyên Gêxiyê bi belgeyeke nivîskî serî li qaymeqamiyê dane û wê demê qaymeqam erênî nêzîkî wê daxwaza wan bûye.
Lê 18ê Temuzê bi awayekî nivîskî qaymeqamiyê bersiva wê daxwaza wan daye û gotiye “belge kêm in û cihê festival lê were sazkirin tune ye” bi vî awayî ev daxwaza wan hatiye redkirin.