Li Cizîrê 15 Kurd hatin girtin

Li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve, îro 13ê Hezîranê bi biryara dadgehê 15 kes hatin girtin.

13.06.2023, Sal - 13:10

Li Cizîrê 15 Kurd hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li taxên Cûdî û Nûr ên Cizîrê, roja 9ê Hezîrana 2023an polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û di nav de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 18 kes desteser kiribûn. Piştî karê îfade wergirtinê li Rêveberiya Ewlekariya Şirnexê, her 18 kes îro 13ê Hezîranê bo Dadgeha Şirnexê hatin şandin.

Dadgeha Şirnexê derbarê 15 kesan de li ser îdiayên “şahidê nihênî” biryara girtinê da û kesek bi şertê kontrola edlî berda û du kes jî hatin berdan.

Li gor zanyariyan, 15 kesên ku hatin girtin bo Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê hatin şandin.

Li Şirnexê piştî hilbijartinên 14ê Gulanê zêdeyî 100 siyasetmedarên Kurd hatine desteserkirin.

Herwiha îro sibehê li parêzgeha Bêdlîsê ya Bakurê Kurdistanê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û Hevseroka Şaxa HDPê ya Bêdlîsê Berivan Birlik û Rêveberê Partiya Çepên Kesk (YSP) ê Bêdlîsê Mahmut Arukbag desteser kirin.

Sedema desteserkirina herdu rayedarên HDPê û YSPê, Berivan Birlik û Mahmut Arukbag nehat zanîn.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî gelek caran bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 278 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:16:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x