Li Colemêrg, Mêrdîn û Sêrtê qedexeya çalakiyan

Li parêzgehên Colemêrg, Mêrdîn û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê, hemû corên wek meş, civîn û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

14.02.2023, Sal - 07:27

Li Colemêrg, Mêrdîn û Sêrtê qedexeya çalakiyan
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Colemêrgê ragihand ji 13ê Sibatê demjimêr 00:01 heta 27ê Sibatê bo dema 15 rojan hemû corên wek xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana kon û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîbên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirîkirina bûyerên civakî biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn. Qedexeya çalakiyan a li Colemêrg û navçeyên wê, ji sala 2016an û heta niha berdewam e.

Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, hemû corên meş, civîn, çalakî û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Mêrdînê ji 13ê Sibata 2023ê demjimêr 00:01 heta 27ê Sibata 2023ê demjimêr 24:00 hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, daxuyaniya rojnamevaniyê, civîn, greva birçîbûne, belavkirina belavokan û vedana konan hatine qedexekirin.

Parêzgariya Sêrtê jî ragihand, hemû corên meş, civîn, çalakî û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Li Sêrtê hemû awayên meş, civîn, çalakî û xwepêşandan bi hinceta “ewlehiya giştî” 14ê Sibata 2023ê demjimêr 00:01 heta 28ê Sibata 2023ê demjimêr 23:59 bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Qedexekirina çalakiyan ev çend sal in li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên emnî tên ragihandin û dema wan qedexeyan berdewam tê dirêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 743 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:17:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x