Li Colemêrgê AK Partiyê îtirazê encamên hilbijartinê kir

Serokatiya Colemêrgê ya AK Partiyê ragihandin ku wan îtirazê encamên Hilbijartina Serokomarî û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28emîn îtiraz kirine.

16.05.2023, Sal - 07:29

Li Colemêrgê AK Partiyê îtirazê encamên hilbijartinê kir
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya nivîskî Serokatiya Rêxistina AK Partiyê ya Colemêrgê, li bajar û navçeyan bo encamên hilbijartinê îtiraz hat kirin.

Serokatiya Rêxistina AK Partiyê ya Colemêrgê îdia dike ku dengê bi komî hatine dayîn û herwiha li şûna kesên ku neçûne li ser sindoqan jî deng hatine bikaranîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi qasî ku tesîra wê li ser encamên hilbijartinê çêbibe li ser gelek sindoqan wekî bi komî deng hatin dayîn, li şûna hilbijêrên ku neçûne ser sindoqê deng hatine dayîn, zanyariyên hejmartina sindoqan û hejmara dengan bi şaşî li pergalê hatine barkirin û bi vî awayî şaşî hatine kirin, guh nedane rêgeza dengdayîna nepenî, dengên nederbasdar gelekî zêde derketine û bi vî rengî gelek nerelîtî hatine kirin. Ji ber van nerelîtiyan bo encamên hilbijartinê îtiraz hatin kirin û ev îtiraz dê dewam bikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 290 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:24:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x