Li Colemêrgê bi hinceta PKKê 5 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “alîkariya PKKê” 5 kes hatin desteserkirin.

19.06.2023, Pts - 05:44

Li Colemêrgê bi hinceta PKKê 5 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Colemêrgê roja Yekşemê 18ê Hezîranê 2023an ragihand ku tîmên Şaxa Terorê ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li ser kar û xebatên eşkerekirina bûyerên kiryar nediyar berdewam in.

Parêzgariya Colemêrgê dibêje, “Di çarçoveya xebatan de bi îdiaya ku di sala 2014an de ji bo revandina kesekî alîkariya PKKê kirine 5 kes hatine desteserkirin.”

Kesên desteserkirî ji bo Fermandariya Cendirmeyan a Colemêrgê hatin birin. Derbarê 5 kesan de lêpirsîn berdewam e.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:48:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x