Li Colemêrgê hemû çalakî 15 rojan hatin qedexekirin

Li Parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, civîn, konferansên rojnamevanî, grev û vegirtina konan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

21.06.2023, Çar - 05:53

Li Colemêrgê hemû çalakî 15 rojan hatin qedexekirin
Nuçe Belav bike

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Li parêzgeha Colemêrgê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.

Parêzgariya Colemêrgê ragihand ku “hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana kon û standan û çalakiyên din ji 21ê Hezîrana 2023 heta 5ê Temûza 2023an hatine qedexekirin.”

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca “parastina prensîpên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li zêdetir belavnebûna Coronayê” biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Qedexeya çalakiyan a li Colemêrg û navçeyên wê, ji sala 2016an ve berdewam e û her 15 rojan carekê tê dirêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 266 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:00:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x