Li Colemêrgê teqîn: Cerdevanekî canê xwe ji dest da

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di operasyona hêzên Tirkiyê de mînek teqiya û di encamê de cerdevanekî canê xwe ji dest da.

25.07.2023, Sal - 06:49

Li Colemêrgê teqîn: Cerdevanekî canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Di operasyona li bejahiya navçeya Şemzînana Colemêrgê de cerdevanê bi navê Hasan Çîftçî yê 36 salî di encama teqîna mînekî de ku bi destan hatibû çêkirin canê xwe ji dest da.

Li gor medyaya Tirkiyê, hêzên ewlehiyê yên wî welatî li Deşta Geverokê ya gundê Bêgozayê ya navçeya Şemzînanê ku dikeve li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê li dijî PKKê operasyonek li dar xist.

Cerdevanê Hasan Çîftçî yê beşdarî operasyonê bibû di encama teqîna mînekî de ku berê li erdê hatibû danîn li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Cenazeyê Çîftçî ji bo otopsiyê bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Hasan Çîftçî zewicî bû û zarokekî wî heye

Hat zanîn ku li herêmê operasyon berdewam dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:19:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x