Li Colemêrgê welatiyekî 76 salî bi hinceta PKKê hat girtin

Li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê welatiyê bi navê Osman Arslan ku temênê wî 76 sal in û nexweşê dil e, bi hinceta “propagandeya rêxistinê” hat girtin.

23.02.2023, Per - 06:52

Li Colemêrgê welatiyekî 76 salî bi hinceta PKKê hat girtin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên ku di medyaya Tirkiyê de belavbûne roja Çarşemê 22ê Sibata 2023an Hêzên Ewlekariya Tirkiyê li gundê Sorê yê girêdayî navçeya Geverê di demjimêrên nîvro de welatiyê bi navê Osman Arslan ku temenê wî 76 sal in gazî îfadeyê kirin.

Piştî temambûna karûbarên îfadeyê li navenda cendermeyan Osman Arslan bo serdozgeriya Komarî ya Geverê hat birin.

Dozgeriyê jî welatiyê navborî bi daxwaza girtinê şand dadgehê û li dadgehê bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hat girtin û bo girtîgehê hat birin.

Hatiye ragihandin ku nexweşiya dil a Osman Arslan heye.

Rêxistina HDPê ya Geverê jî derbarê destserkirina wî welatiyê bi temen ê Kurd peyamek belavkiriye û dibêje, “Em girtina Osman Arslan ê 76 salî û nexweşê dil bi tundî şermezar dikin ku di jiyana xwe de herdemekê azadî û dadmendî xwestiye û xwe ji dayîna bedelan nedaye paş. Em bang li raya giştî dikin ku ji bo demildest azadkirina Osman Arslan hestiyar bin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 331 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:39:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x