Li Îdir û Agiriyê ji ber berfa zêde xwendin rawestiya

Li parêzgehên Îdir û Agiriyê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde dibistanên hatin girtin.

18.12.2023, Pts - 08:05

Li Îdir û Agiriyê ji ber berfa zêde xwendin rawestiya
Nuçe Belav bike

Li navçeyên Bazîd, Giyadîn û Avkevirê yên Agiriyê berfeke zêde bariya û li hinek gundan dibistan rojekê bûn betlane.

Li 9 gundên parêzgeha Îdirê jî ji ber berf û qeşayê dibistan rojekê hatin girtin.

Parêzgariya Îdirê ragihand ku ew ji ber berfa zêde û qeşayê li 9 gundan, navberê didin xwendinê û dibistan tên girtin.

Li gorî biryarê, li gundên Gundo, Xarabemezra, Alîkoçek, Zor, Pinarbaşi, Kerwansaray, Kizilkule, Taşlica û Muçeyê ji ber berfê dibistan girtî ne.

Herwiha li parêzgehê rêya gelek gundan jî ji ber berfê hatiye girtin û xebatên vekirina rêyan berdewam dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 350 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:19:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x