Li Êlihê parlamenterek ji YSPê kêm bû û li HUDA PARê zêde bû

Di hilbijartinên serokomarî û parlementoyê yên ku di 14ê Gulana 2023an de hatin kirin de piraniya sindoqên dengdanê hatin vekirin.

15.05.2023, Pts - 14:54

Li Êlihê parlamenterek ji YSPê kêm bû û li HUDA PARê zêde bû
Nuçe Belav bike

Encamên hilbijartinê yên despêkê li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê pistî hejmartina dengê li dervey Tirkiyê hatine bikaranaîn hat guhert. Li gor encamên destpêkê Partiya Çepên Kesk (YSP) 4 kursî û AK Partiyê 1 kursî misoger kiribû, lê ligel hejmartin dengên dervey welat yek ji YSPê kêm û berbijêrê HUDA PARê yê ji lîsteya AK Partiyê beşdar bibû bi ser ket.

Di hilbijartinên serokomarî û parlementoyê yên ku di 14ê Gulana 2023an de hatin kirin de piraniya sindoqên dengdanê hatin vekirin.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener ragihand, berbijêran nikaribûn di hilbijartina serokkomariyê de dengên pêwîst werbigirin û biryar hat dayîn ku di roja Yekşema 28ê Gulanê de gera duyem a hilbijartinê bê kirin.

Li gorî encamên nefermî, Partiya Çepên Kesk ji Êlihê 4 û AK Partiyê jî 1 parlamenter derxistin. Lê bi hejmartina dengên ji dervey Tirkiyê hatine bikarnaîn, Partiya Çepên Kesk daket 3, AK Partiyê jî 2 parlamenter bi dest xistin.

Li gorî vê yekê, Berdevkê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Serkan Ramanlî ku ji lîsteya AK Partiyê bibû berbijêr bi ser ket.

4 berbijêrên HUDA PARê bûn parlementer

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Stenbolê, Endamê Lijneya Giştî Faruk Dînç li Mêrsînê, Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr li Dîlokê û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanlî jî li Êlihê wek parlementer hatin hilbijartin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 215 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:25:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x