Li Erzerom, Qers û Erdexanê baran û teyrok

Li hersê parêzgehên Bakurê Kurdistanê Erzerom, Erdexan û Qersê tavî û teyrok barî.

13.05.2023, Cts - 17:22

Li Erzerom, Qers û Erdexanê baran û teyrok
Nuçe Belav bike

Barana ku li Erzeromê bi navber tê car carna cihê xwe ji teyrokan re dihêle. Ji ber şiliyê rê nav avê de man.

- Qers

Li navçeya Qamûşanê ya Qersê barana ku danê sibê dest pê kir û bi navber dewam dike veguherî teyrokê.

Ji ber teyrokên ku di demek kurt de barî erd spî kir û bû sedema otomobîl li ser rêyan tûşî tengasiyan bibin.

Li navçeyê Qada Futbolê ya Navendî ya Ciwaniyê û Çemê Çamaşirê û herêma rasta Hançerliyê spî bû û kulîlkên gulanê jî di nav teyrokan de man.

Welatiyê bi navê Orhan diyar kir ku di van rojên dawîn de şilî tê û got ku "Îro 13ê gulanê ye lê zivistana Qamûşanê xilas nebêye, her heftî baran û teyrok tê."

Ji xebatkarên navenda kaşûnê Şenay Vanliyê jî gotin matmayî ne ku ligel meha gulanê teyrok tên.

- Erdexan

Li Erdexanê jî barana gur barî.

Li bajêr ji ber barana ji nişka ve lê kir li kuçe û kolanan av kom bû.

Ji ber ava ket ser rêyên li Taxa Kaptanpaşauê wesayîtan nekarî biçin.

Welatiyên ku baranê nişka ve li wan kir jî xwe sipartin avahiyan.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku hember rabûna avû bila baldar bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:19:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x