Li Erzînganê lehî rabû

Li navçeya Ciminê ser bi parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde ava kenalan bi ser de çû û bû sedema xirabûna rêyan.

20.03.2023, Pts - 09:20

Li Erzînganê lehî rabû
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan roja 20ê Adara 2023an li navçeya Ciminê ya parêzgeha Erzînganê ji şeva borî ve baraneke zêde dibare û li çend gundên navçeyê kenalên avê tijî ax û kevir bûne û ji ber wê yekê jî av bi ser rêyan de rijiyaye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî, cenderme û agirvemirandinê çûne navçeyê û dest bi kar û xebatê kirine. Tîmên girêdayî Şaredariya Erzînganê jî bi makîneyên kar ji bo paqijkirina kevir û axa ketine ser rêyan dest bi xebatê kirine.

Li gor zanyariyên herî dawî di encama vê yekê de zerareke canî çênebûye û barîna baranê berdewam e.

Saziya Keşnasî a Tirkiyê îro piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî di nav de bo 51 parêzgehan hişyariya barana zêde daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:42:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x