Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin.
Parêzgariya Mêrdînê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 15ê Tebaxê heta 18ê Tebaxa 2024an demjimêr 15:00an, 3 rojan li Mêrdîn û navçeyên wê hemû cûre çalakiyên wekî xwepêşandan, meş, grev, vedana kon û standan û çalakiyên wiha hatine qedexekirin.
Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca “prensîbên sereke yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirîkirina bûyerên civakî û terorê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.”
Li gorî daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr ji bo wan tê dayîn.