Li Meletiyê erdhej çêbû: Wezîr daxuyanî da

Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Meletiyê erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan çêbû.

03.03.2024, Paz - 19:00

Li Meletiyê erdhej çêbû: Wezîr daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 17:43yan çêbûye û hêza wê 4,4 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7,31 kîlometre bûye.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê erdhejê peyamek belav kir û got:

"Ji bo lêkolîna qada erdhejê tîmên pêwendîdar ên AFAD û saziyên din li ser kar in.

Niha rewşeke neyînî nîne. Em rewşê dişopînin."

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 246 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:03:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x