Li Meletiyê pevçûn: 10 birîndar

Li navçeya Meletiya Kevin a parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera du grûpan de pevçûn çêbû.

10.11.2023, Cum - 06:51

Li Meletiyê pevçûn: 10 birîndar
Nuçe Belav bike

Di vê pevçûnê de ji her du aliyan de 10 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, li Taxa Kulturê ya Meletiya Kevin, du alî ji ber pirsgirêka deynan pev çûn.

Her du aliyan bi dest û lepan li hev da û wan bi demançe û çekên lûledirêj êrişî hev kir.

Di encama pevçûnê de 8 kes bi guleyan û 2 kes bi lêdanê birîndar bûn.

Herwiha gule li otomobîl û xaniyên her du aliyan ketin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Birîndarên bi navên A.Y, K.B, S.Y, N.Î, B.Î, M.Ş, Ş.B, M.B, O.B. û M.Î veguhastin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Gumanbarê bi navê O.B. ku ji cihê bûyerê reviyabû li gel demançe û çekeke lûledirêj hat desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 327 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:25:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x