Li Mêrdîn û Rihayê qeza: 11 kes birîndar bûn

Li navçeya Sirûcê ya Rihayê du otomobîl li hev qelibîn û 7 kes birîndar bûn. Li Mêrdînê jî di bûyera trafîkê de 4 kes birîndar bûn.

21.08.2023, Pts - 05:51

Li Mêrdîn û Rihayê qeza: 11 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li ser rêya Riha-Dîlokê li devera Yanalobayê du otomobîlên ku nasnameya şofêrên wan nehatiye zanîn li hev ketin.

Di qezayê de 7 kesên ku di otomobîlan de birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê û hat gotin ku rewşa wan baş e.

Li Mêrdînê 4 birîndar

Li ser rêbeja Nisêbîn-Cizîrê 2 otomobîlên ku plaqeya wan û şofêrên wan hêj nehatine zanîn li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de Hediye C. (62), Şukran Y. (23), Guneş C. (8) û Halîl Îbrahîm C. (13) birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 335 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:52:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x