Parêzgariya Mêrdînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ji bilî çalakiyên ku parêzgarî û qeymeqamî guncaw bibînin, di nav sînorên parêzgeha Mêrdînê de ji 14ê Çileyê roja Şemiyê demjimêr 00:01 heta 28ê Çileyê roja Şemiyê demjimêr 24:00ê, ji bo 15 rojan, hemû cûre çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.
Di daxuyaniya parêzgariyê de hatiye eşkerekirin, "hemû çalakiyên wekî kombûn, meş, xwepêşandan, çalakiya rûniştinê, vedana konan, vekirina standan û herwiha belavkirina danezan û broşuran ji 14ê Çileyê roja Şemiyê demjimêr 00:01 heta 28ê Çileyê roja Şemiyê demjimêr 24:00ê, ji bo 15 rojan, hemû cûre çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin ".