Li Mêrdînê bo dema 15 rojan qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin

Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bi sedema “ewlehiyê” her cor çalakî, meş û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin

15.11.2022, Sal - 07:49

Li Mêrdînê bo dema 15 rojan qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya parêzgariya Mêrdînê bo dema 15 rojan hemû çalakî, meş û kombûn bi sedema “parastina aramiya bajêr” hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Mêrdînê ji 15ê Mijdara 2022ê heta 29ê Mijdara heman salê , hemû çalakiyên weke xwepêşandan, meş, daxuyaniya rojnamevaniyê, kombûn, greva birçîbûne, belavkirina belavokan, vedana çadiran hatine qedexekirin û tenê rê dê bi "çalakiyên fermî" bê dayîn.

Tê îdiakirin ku armanc ji vê biryara qedexekirina çalakiyan, “parastina aramiya civakê û rêgirîkirina encamdana tawanan” e.

Qedexekirina çalakiyan ev çend sal in li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên emnî ji sala 2016an ve tên ragihandin û dema wan qedexeyan berdewam tê dirêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:04:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x