Bi hatina Cejna Newrozê li piraniya navçe û parêzgehên Bakurê Kurdistanê çalakiyên pîrozbahiyê ev çend roj in destpêkirine. Lê li hinek navçeyên wek her sal îsal jî hemwelatiyên Kurd ên Bakurê Kurdistanê di pîrozkirina Cejna Newrozê de bi hincetên cuda rûbirûyî astengî, destserkirin û givaşa hêzên ewelekariya Tirkiyê dibin.
Li gor zanyariyan duh roja Yekşemê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê piştî pîrozbahiyên Newrozê hêzên ewlekariyê destwerdan kirin û herî kêm 35 kes desteserkirin ku hejmareke zarok jî di nav de ne.
Hat ragihandin ku kesên destserkirî piştre bo rêveberiya ewlekariya Qoserê hatine birin û polîsan di dema destserkirinê de tûndûtîjî li hemberî wan bikaranîne.
Tê pêşbînîkirin ku kesên desteserkirî piştî karûbarên wergiritina îfadeyê bên azadkirin.
Hincetên sereke yên polîsan bo destserkirina welatiyên Kurd di pîrpzbahiyên Newrozê de bilindkirina ala Kurdistanê, hilgirtina puşî, al û sembolên kesk û sor zer têde û gotina slogan û stranên Kurdî ne.
Ne tenê li Bakurê Kurdistanê di pîrozbahiyên li metropol û bajarên Tirkiyê de jî welatî bi heman sideman tên destserkirin û duh di pîrozbahiyên Stenbolê de jî bi kêmanî 224 kes hatibûn destserkirin.