Li Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe berdewam in û herî dawî li parêzgeha Mêrdînê qedexeya hemû çalakiyên wek xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev û vedana konan bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Mêrdînê li bajêr ji 18ê Temûza 2022 heta 1ê Tebaxa îsal bo dema 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, vedana çadir û daxuyaniyên çapemeniyê hatin qedexekirin.
Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîpên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin ji tawanan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin ji zêdetir belavbûna Coronayê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.
Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.
Qedexeya çalakiyan ji sala 2016an û heta niha li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê her berdewam e.