Otomobîleke ku navê ajokarê wê û plakaya wê hîn nayê zanîn li ser rêya Mêrdîn û Êlihê ji rê derket û qulibî.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.
Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat tesbîtkirin ku Îsmail D. û Fatma A. mirine.
Termên wan sewqî mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê hatin kirin.