Li Midyadê 2 malbatan şer kir: 4 kes birîndar in

Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê di şerê çekdarî yê di navbera 2 malbatan de 4 kes birîndar bûn, birînên 2 kesan giran in.

09.08.2023, Çar - 05:58

Li Midyadê 2 malbatan şer kir: 4 kes birîndar in
Nuçe Belav bike

Li taxa Altintaşê ya navçeya Midyadê di navbera 2 malbatên ku berê jî di navbera wan de alozî derketibû, nîqaş derket.

Piştî nîqaşê her du aliyan bi çekan şerê hev kir û 4 welatiyên bi navên S.T, E.T, S.A. û Î.A birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê û birîndar birine Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.

Hat ragihandin ku birînên 2 kesan giran in û rewşa wan nebaş e.

Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kiriye û çend kes desteser kirine.

Herwiha roja duşemê jî li taxa Yunus Emreyê ya Midyadê di şerê çekdarî yê 2 malbatan de 10 kes birîndar bûbûn.

Di 7 mehên dawî de hezar û 938 êrîşên çekdarî hatine kirin

Li gorî rapora Weqfa Umutê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 7 mehên dawî de hezar û 938 êrîşên çekdarî hatine kirin û di wan êrişan de hezar û 200 kes hatine kuştin.

Li gorî amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê sala 2022an 69 hezar û 892 kes ji ber bikaranîna çek û kêran hatine darizandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:40:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x