Êvara roja Înê li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji rê derket û qulibî.
Di qezayê de 8 welatiyên bi navên M.G, M.A.D, B.D, H.D, Z.D, S.Z.D, D.D. û R.D. ku di otomobîlê de bûn birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Hat ragihandin ku rewşa her 8 birîndaran baş e.