Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf dibare

Li Bakurê Kurdistanê, îsal zivistana dijwar bi derengî hat. Par vê demê piraniya bajaran di bin berfeke zêde de bûn û riyên bi sedan gundan hatibûn girtin. Lê îsal piştî derbasbûna 2 mehan ji werzê zivistanê hîna nû barîna berfê li hinek parêzgehan serî hilda.

28.01.2023, Cts - 16:45

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf dibare
Nuçe Belav bike

Piştî derbasbûna 2 meh zivistanê barîna berfê destpê kir ku hişkesaliyê metirsiyeke zêde ji bo çandiniyê çêkiriye.

Li hejmarek parêzgehên Bakurê Kurdistanê wek Erdexan, Meletî, Bedlîs, Qers, Mereş û Dêrsimê berf dibare û bi taybetî li parêzgeha Meletî çûnûhatina welatiyan zehmet kiriye.

Li parêzgeha Dêrsimê jî di nav çend demjimêran de sitûriya berfê gehiştiye 30 santîmetre.

Nîşteciha Dêrsimê Turkan Yilmaz dibêje: “Ez pir kêfxweş im, şikir ji Xwedê re ji bo vê yekê, berfê zêde barê.”

Nîştecihê Dêrsimê Şahin Erkan jî got: “Kêfxweş im ku berf barî, hewcedariya vî welatî bi berfê heye, ez dixwazim careke din jî bibare.”

Li Erdexanê rêyên ji ber berfê hatine girtin tên vekirin.

Li navçeya Xelatê ya Bedlîsê jî di demjimêrên serê sibê de berfê destpê kiriye.

Dikandar Ugur Namli jî got: “Îsal li her deverê hişkesalî heye. Berfa yekem a salê li parêzgeha me niha bariya. Em kêfxweş in ku dê bo cotkaran baş be.”

Li parêzgeha Qersê jî ku bi berfa xwe ya zêde tê naskirin lê îsal cara yekem e ku hewqasî berf dibare.

Li gor pêşbîniya Saziya Keşnasî ya Tirkiyê dê barîna berfê nêzîka hefteyekê berdewam bike û li gelek parêzgehan ligel berfê ba û bahoz jî hebe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 336 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:38:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x