Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf û baran dibare

Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyê bo piraniya parzêgehên Bakurê Kurdistanê pêşbîniya berdewambûna barîna berf û baranê dike.

01.02.2023, Çar - 09:04

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf û baran dibare
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya ku îro Çarşemê 1ê Sibatê ji aliyê Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, li piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê barîna berf û baranê, carna jî şilopeyê berdewam be.

Ji derveyî Êlihê li Bakurê Kurdistanê bi taybet li parêzgehên Şirnex, Colemêrg, Xarpêt, Çewlîgê dê barîna berf û baranê berdewam be û carna jî dê zêde bibe û bandoreke neyênî li jiyana welatiyan bike, lewra tê daxwaz kirin ku welatî tedbîrên pêwîst werbigrin.

Li parêzgehên Erzerom, Qers, Meletî, Wan, Amed, Dîlok û Sêrtê îro demjimêrên piştî nîvro dê berf û baran bi hev re bibare. Li Rihayê jî dê baran be. Herwiha demdem li gel barîna berf û baranê dê hêza ba jî zêde be. Bi taybet li parêzgehên wek Xarpêt, Çewlîg, Şirnex, Colemêrg, Meletî û Dêrsimê.

Li herêmêm naverast û rojhilatê Derya Reş, Derya Spî û Başûrê Rojhilatê Anadolu jî dê baran bibare. Li cihên din jî dê berf û şilope be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 413 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:09:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x