Li Rihayê bi hinceta PYDyê kesek hat desteserkirin

Li ser sînorê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi hinceta “endamtiya PYDyê” kesek hat desteserkirin.

05.12.2023, Sal - 06:25

Li Rihayê bi hinceta PYDyê kesek hat desteserkirin
Nuçe Belav bike

Medyaya fermî ya Tirkiyeyê doh îdîa kir ku dema “endamekî PYDyê” dixwest ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe li ser sînor hatiye desteserkirin.

Li gorî nûçeyê operasyon li ser zanyariyên îstixbarî hatiye kirin û derbarê kesê desteserkirî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li ser sînorê navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê û Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê 29ê Çiriya Pêşîn kesek, 5ê Çiriya Paşîn kesek û roja 19 Çiriya Paşîn jî kesekî din bi hinceta “endamtiya PYDyê” hatibûn desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 723 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:26:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x