Li Rihayê kesek bi kêrê hat kuştin

Li navçeya Xelîliyê ya Rihayê di pevçûna navbera du grûpan de kesek bi kêrê hat kuştin.

07.03.2024, Per - 06:24

Li Rihayê kesek bi kêrê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyan li taxa Baxçelîevlerê ya navçeya Xelîliyê du grûpên biyanî ji ber sedemeke nediyar pev çûn.

Di encamê de kesekî bi navê Welîd Muheydî yê 25 salî bi kêrê birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê kesê birîndar bir Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdêyê ya Rihayê.

Li nexweşxaneyê tevî hemû midexaleyên bijîşkî Welîd Muheydî canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku kesên pev çûne heta niha nehatine desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 305 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:25:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x