Li Rihayê ciwanekî Sûrî hat kuştin

Li navçeya Sirûcê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ciwanekî Sûrî bi kêrê hat kuştin.

20.07.2022, Çar - 08:17

Li Rihayê ciwanekî Sûrî hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li navçeya Sirûcê li hewşa Mizgefta Yeşilova ya li ser Kolana Ziyaretê, welatiyê Sûrî yê bi navê N.H. yê 17 salî ji aliyê hinek kesên nenas ve bi kêrê hat birîndarkirin.

Li ser agahdarkirinê N.H. ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê hat veguhestin. Tevî midaxeleyên li naxweşxaneyê N.H. canê xwe jidest da.

Polîs derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 430 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:01:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x