Li Riha'yê îşkence li zarokê 15 salî hat kirin

Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, bav û apekî şkence li zarokekî 15 salî kir.

25.08.2023, Cum - 10:14

Li Riha'yê îşkence li zarokê 15 salî hat kirin
Nuçe Belav bike

Ew bav û ap bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li gundê Siwêdiyê yê Sirûcê, bav, bira û apê Mahmut Şyê 15 salî, ew bi zincîrê li axurê girê da û şkence lê kir.

Piştî ku zincîr hat vekirin Mahmut Ş. dîmenên şkenceyê bi telefona birayê xwe ji dayika xwe Zeynep Şyê re şandin ku ji bavê wî cuda ye.

Li ser giliyê dayika wî, cendirme çûn gund û bavê wî Îzzet Ş., mamê wî Mahmut Ş. û birayê wî Ali Ş. desteser kirin.

Îzzet Ş. û Mahmut Ş. piştî karên îfade wergirtinê şandin dadgehê.

Her du bi biryara dadgehê hatin girtin.

“Wan dixwest ez xalê xwe bikujim”

Mahmut Şyê ku şkence lê hatiye kirin got:

“Bavê min û mamê min dixwest ez xalê xwe bikujim, min qebûl nekir û ez ji malê reviyam.

Ew bi dû şopa min ketin, wan li navçeya Bêrecûkê otomobîl li min qeliband û ez bi zorê birim gund.

Ez li axurê bir zincîrê girê dam û wan 9 saetan şkence li min kir.

Piştî ku meta min zincîra min vekir, min bi şevê bi dizî dîmen ji dayika xwe re şandin.”

Li aliyê din, dîmenên şkenceyê li ser medya civakî hatin belavkirin.

Dîmen di nava gel de bûn sedema bertekeke zêde.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 305 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:51:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x