Li navçeya Xelîliyê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber pirsgirêka elektrîkê welatiyan rê girtin û nerazîbûn nîşan dan.
Li Taxa Sirrinê ya Xelîliyê, 3 rojên dawî elektrîk bi berdewamî tê birîn û welatî ji rewşê aciz in. Li Taxa Sirrinê doh bi şev 4ê Îlonê bi dehan welatî bi armanca nerazîbûnê derketin kolanê û rê girtin.
Welatiyan kevir danîn ser rê û agir vêxistin, ji saziya elektrîkê DEDAŞê daxwaz kirin ku pirsgirêka taxê ya elektrîkê çareser bike.
Welatiyekî got, “Sê roj in elektrîka me nîne, ji ber ku binesazî xirab e. Ji ber veberhênanê nakin, elektrîka me nîne. Şêniyên taxê ji neçarî daketin kolanê û ji bo dengê xwe bilind bikin rê girtin û protesto kirin. Polîs û karmendên saziya elektrîkê hatin. Ji bo lihevkirinê gotûbêj berdewam in. Saziya elektrîkê dibêje em ê îşev elektrîkê berdin û heta hefteyekê jî pirsgirêkê bi temamî çareser bikin, lê em bawer nakin.”
Xwepêşander piştî elektrîka taxê hat berdan û soz hat dayîn ku dê pirsgirêka elektrîkê ya taxê bê çareserkirin, protestoya xwe bidawî kirin û belav bûn.