Li Rihayê zîpikê zerar da 12 hezar donim erd

Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve roja 30ê Gulanê piştî barana zêde zîpik bariya û zerareke zêde da erdên çandiniyê, otomobîl û panelên enerjiya rojê.

31.05.2023, Çar - 05:53

Li Rihayê zîpikê zerar da 12 hezar donim erd
Nuçe Belav bike

Li 12 gundên Siwêregê, roja 30ê Gulana 2023ê piştî baraneke zêde zîpik bariya. Ji ber zîpika ku bi qasî gûzan mezin bû erdên çandiniyê, otomobîl, banê axuran û panelên enerjiya rojê zerareke zêde dîtin.

Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Siwêregê ragihand, zîpikê li 12 gundan zerar da 12 hezar donim erdên genim, ceh, nîsk, nok û gulberoj û baxçeyên fêkî û sebzeyan.

Herwiha li parêzgehên Çewlig, Qers û Xarpêtê yên Bakurê Kurdistanê, roja 30ê Gulanê ji ber barana zêde lehî rabû û hejmarek erd û mal di bin avê de man.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:43:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x