Li Semsûrê bi hinceta PKKyê 3 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta “endamtiya PKKyê” 3 kes hatin desteserkirin.

08.01.2024, Pts - 12:45

Li Semsûrê bi hinceta PKKyê 3 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Di nav kesên ku hatine desteserkirin de Hevserokê Şaxa DBPyê ya Semsûrê Azîz Akdag jî heye.

Li Semsûrê, danê sibehê polîsan bi ser hinek malan de girt û Hevserokê Şaxa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Semsûrê Azîz Akdag, nûnerê Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Windakirine (MEBYA-DER) yê Semsûrê Mahmut Elçî û Bedriye Polattaş desteser kirin.

Polîsan Azîz Akdag, Mahmut Elçî û Bedriye Polattaş birin Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 173 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:16:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x